Lines Matching refs:bi
13 Herwekî gelên Neteweyen Yekbûyî di Destûrê de ji nû ve baweriya xwe ya bi mafên bingehî yên mirov, di nav weqar û rûmeta kesê mirovî de û di wekheviya mafên mêr û jinan de, dane zanîn û diyar kirin ku ew biryardar in ku arîkarî bidin pêşveçûna çivakî û bicihkirina mecalên çêtir ên jiyanê di nav serbestiyeke mestir de,
15 Herwekî dewletên endam qewl dane, ku bi hevkariya Teşkîlata Neteweyên Yekbûyî, riayeta gerdûnî û fiîlî ya mafên mirovî û azadiyên bingehî ewle bikin,
17 Herwekî têgihiştineke hevbeş a van maf û azadiyan ji bo bi temamî bicîhanîna vê teahudê ji giringiya bilindtirîn e, Civîna Gelemperî vê Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovî
19 wekî îdeala hevbeş a ku hemû gel û hemû netewe dixwazin bighênê ji bo ku hemû kes û hemû organên civakê, ev Danezan timî di bîr de, bi hînkirin û hêvotinê bixebitin ku riayeta van maf û azadiyan pêşve bibin û bi tedbîrên berebereyî yên neteweyî û navneteweyî, nasîn û bicihanîna gerdûnî û fiîlî yên wan him di nav gelên dewletên endam bi xwe him di nav yên erdên ku li jêr hukmê wan de ne ewle bikin.
22 Hemû mirov azad û di weqar û mafan de wekhev tên dinyayê. Ew xwedî hiş û şuûr in û divê li hember hev bi zihniyeteke bratiyê bilivin.
33 Ewê tukes di koletî an bindestiyê de neyê girtin; koletî û bazirganiya koleyan bi hemû teşeyên xwe ve qedexe ne.
48 Tukes nikare bi awayekî kêfî bê girtin, hebs an sirgûn kirin.
51 Herkes, di wekheviyeke temamî de, maf heye ku doza wî li ber mehkemeyeke serbixwe û bê alî bi awayekî adil û eşkere bê bihîstin ji bo diyarkirina maf û wacibên wî û ya her tawana curmî li dijî wî.
54 1. Her kesê ku bi kirineke curmî tê tawanbar kirin bêrî tê hesibîn ta ku sûcê wî di mehkemeyek eşkere, ku hemû garantiyên ji bo parastina wî pêwist ewle kiribe, bi awayekî qanûnî were îsbat kirin.
62 1. Mafê her kesî heye ku di nav tixûbên dewletekê de bi serbestî hatûçûnê bike û cihê mayîna xwe bibijêre.
64 2. Herkes maf heye ku ji her welatî, yê wî bi xwe jî tê de, derkeve û vegere welatê xwe.
69 2. Ev maf nikare bê xwastin ji bo taqîbatên bi rastî ji ber sûceke adî an ji ber kirinên dijî amanc û bingehên Neteweyên Yekbûyî.
74 2. Tukes nikare bi awayekî kêfî ne ji netewahiya xwe ne jî ji mafê netewahî guhartinê bête bêpar kirin.
79 2. Mehr tenê bi erêkirina serbest û temamî ya jin û mêr dikare bête birrîn.
84 1. Herkes maf heye ku bi serê xwe an tevî kesên din bibe xwedî mulk.
86 2. Tukes nikare bi awayekî kêfî ji mulkê xwe bête bêpar kirin.
89 Herkes mafê azadiya fikr, wijdan û olê heye; azadiya ol an bawerî guhartin û azadiya ol û baweriya xwe bi tenê an bi hev re him eşkere him arizî, bi hînkirin, emel, îbadet û bicihanîna ayînan nîşandanê jî di nav vî mafî de ne.
92 Herkes mafê azadiya fikr û îfade heye; mafê ji ber ramanên xwe nehatin êşandin û herweha mafê bêî nasîna tu sînoran û bi her cure navgînan li agahdariyan û fikran gerîn, wan bi dest xistin û îfade û belavkirin dikevin nav vî mafî.
100 1. Mafê her kesî heye ku rasterast an jî bi riya nemînendeyên xwe yên bi serbestî helbijartî di hukûmeta welatê xwe de beşdar bibe.
104 3. Viyana (îradeya) gel bingehê otorîteya hukûmetê ye; divê ku ev viyan xwe di helbijartinên durust ên ku di demên dewrî de, bi raya gerdûnî, wekhev û dengdana dizî an li gora awayeke hevrûmet a ku azadiya dengdanê ewle bike, xwe diyar ke.
107 Herkes, wekî endamê civakî, mafê ewleyiya sosyal heye; Ew mafdar e ku bi riya xebata neteweyî û hevkariya navneteweyî û li gora tenzîm û hatiniyên her dewletê, doza bidestxistina mafên aborî, civakî û çandî yên ku jo bo weqara wî û geşbûna serbest a şexsiyeta wî ferz in, bike.
114 3. Herkesê ku dixebite mafê meaşek adil û têrker ê ku dikaribe ji wî û ji malbata wî re jiyaneke şayanê weqara mirovî ewle bike û heke pêwîst be bi îmkanên din ên parastina sosyal bê temam kirin, heye.
119 Herkes mafê bihndan (istirahet) û demên serbest û nemaze tahdîdeke maqûl a dema xebatê û tatîlên dewrî yên bi meaş heye.
127 1. Herkes mafê hînbûnê heye. Divê ku hînbûn belaş be, qet nebe hînbûna destpêkî û bingehî. Divê ku hînbûna teknîk û meslekî bi firehî belav be û xwendina bilind bi wekheviyeke temamî ji hemû kesan re, li gora şehrezayiya wan, vekirî be.
134 1. Herkes mafê bi serbestî beşdarbûna jiyana çandî ya civakê, ji huneran kelkgirtinê û beşdarbûna pêşveçûna zanistî û encamên wê heye.
136 2. Herkes mafê parastina menfaetên manewî û maddî yên ku ji ber berhema zanistî, edebî û hunerî ya ku ew bi xwe çêkerê wê ye heye.
139 Mafê her kesî yê ji bo nîzameke civakî û navneteweyî ya wisan heye ku maf û azadiyên di vê Danezanê de berpêşkirî bikaribin tê de bi temamî bêne cih.
144 2. Di bikaranîna maf û azadiyên xwe de heryek tenê bi hukmên ku qanûn tenê ji bo ewlekirina nasîn û qedrê maf û azadiyên kesên din û ji bo bicihanîna xwastiniyên rast ên exlaq, pergala giştî û refeha gelemper di civakeke demokratîk de daniye, tê tahdîd kirin.
146 3. Ev maf û azadî, di tu rewşê de, nikarin li dijî amanc û bingehên Neteweyên Yekbûyî bên bi kar anîn.