Lines Matching refs:an

25 Heryek, bê tu cihêyî, nemaze ya nijad, reng, zayend (cisn), ziman, ol, ramana siyasî an her ramana din, eslê neteweyî an civakî, serwet, zayîn an her rewşeke din, xwediyê hemû maf û hemû azadiyên ku di vê Danezanê de hatine daxuyankirî ye.
27 Bi serde, ewê tu cihêyî neyê kirin ji ber statuya siyasî, hiqûqî an navneteweyî ya welat an erdê ku kesek jê tê, heke ev welat an erd serbixwe, li jêr dest, ne xweser (otonom) an li jêr her tahdîda din a serweriyê be an na.
33 Ewê tukes di koletî an bindestiyê de neyê girtin; koletî û bazirganiya koleyan bi hemû teşeyên xwe ve qedexe ne.
36 Ewê tukes nebe tabiê şkence an ceza û muameleyên hov, namirovî an xirabker.
45 Herkes maf heye ku li hemberî kirinên ku mafên bingehî yên ku qanûna bingehî an qanûn jê re dinasin ihlal dikin, serî li mehkemeyên neteweyî yên selahiyetdar bixe.
48 Tukes nikare bi awayekî kêfî bê girtin, hebs an sirgûn kirin.
56 2. Tukes nayê ceza kirin ji ber kirin an nekirinên ku di gava pêkhatina xwe de li gora qanûna neteweyî an navneteweyî ne sûc bûne.
59 Nabe ku tukes bibe amanca têkilbûnên kêfî yên nav jiyana wî ya arizî, malbata wî, mala wî an nameyên wî, an ziyangihandina şeref û şana wî. Herkes xwediyê mafê parastina qanûn e li hemberî têkilbûn û ziyangihanên wilo.
69 2. Ev maf nikare bê xwastin ji bo taqîbatên bi rastî ji ber sûceke adî an ji ber kirinên dijî amanc û bingehên Neteweyên Yekbûyî.
77 1. Ji temenê (emrê) balixiyê pê ve, mêr û jin, bê tu tahdîdên ji ber nijad, netewahî an olê, maf hene ku hev mehr bikin û malbatek deynin. Li hemberî zewacê, di domahiyê zewacê û di dema berdanê de ew xwedî mafên wekhev in.
84 1. Herkes maf heye ku bi serê xwe an tevî kesên din bibe xwedî mulk.
89 Herkes mafê azadiya fikr, wijdan û olê heye; azadiya ol an bawerî guhartin û azadiya ol û baweriya xwe bi tenê an bi hev re him eşkere him arizî, bi hînkirin, emel, îbadet û bicihanîna ayînan nîşandanê jî di nav vî mafî de ne.
100 1. Mafê her kesî heye ku rasterast an jî bi riya nemînendeyên xwe yên bi serbestî helbijartî di hukûmeta welatê xwe de beşdar bibe.
104 3. Viyana (îradeya) gel bingehê otorîteya hukûmetê ye; divê ku ev viyan xwe di helbijartinên durust ên ku di demên dewrî de, bi raya gerdûnî, wekhev û dengdana dizî an li gora awayeke hevrûmet a ku azadiya dengdanê ewle bike, xwe diyar ke.
122 1. Herkes mafê sewiyeke jiyanê ku têra ewlekirina saxî û rehetiya wî û ya malbata wî bike heye, nemaze ji bo xwarin, lixwekirin, mal, lênerîna tibbî, wisa jî ji bo xizmetên sosyal ên pêwîst û mafê ewleyiyê di rewşa bêkarî, nexweşî, seqetî, bîtî, pîrî an di rewşên din ên windakirina îmkanên xwe yên jiyanê ji ber sedemên dervavî viyana wî.
129 2. Divê ku hînkirin geşkirina temamî ya şexsiyeta mirovî û xurtkirina siyaseta mafên mirovî û azadiyên bingehî amanc bigre. Divê ku ew arîkarî bide têgihîştin, musameha û dostaniya nav hemû netewe û hemû komên nijadî an olî, wisa jî pêşveçûna çalakiyên Neteweyên Yekbûyî ji bo xwedîkirina aşîtiyê.
149 Tu hukmekî vê Danezanê nikare bê tefsîr kirin wekî ku tu maf dide dewletekê, komekê û kesekî ji bo kirina karekî an pêkanîna kirinekî ku rakirina maf û azadiyên ku tê de hatine berpêş kirin amanc bigre